Îro careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşî gundên Şehbayê kirin.
Duh jî Balefireke bêmirov ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker bajarokê Til Rifet bombebaran kir. Di encamê êrîşê de zirarên madî çêbûn. Koçberên Efrînê yên bi li navçeya Til Rifetê nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û diyar kirin ewê bi berdewamkirina berxwedana xwe bersiva êrîşan bidin.
Dewleta Tirk a dagirker îro ber êvarê careke din êrîşî gundên Wehşiyê û Hesçikê yên Şehbayê kirin. Navendeke Rûsan jî li gundê Wehşiyê ye û ev gund jî li nêzî kampa berxwedan a penaberên Efrînê ye.
Welatiyên Til Rifetê jî nerazîbûn nîşanî êrîşan dan.