Dagirkeran piştî standina 3000 dolar sivîlekî 50 salî berdan

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe.
Dagirkeran ji navenda Efrînê û navçeya Şera 10 kesên sivîl ên din revandin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî eşkere kir ku di meha hezîranê ya derbasbuyî de li Efrînê kesên 10 sivîl hatin kuştin, 61 sivîl jî hatin revandin. Li navçeya Bilbilê jî 5 hezar darên zeytûnê hatin desteser kirin.

Navenda Belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku çeteyan piştî standina 3 hezar dolar ji şêniyê bi navê Ebdo Hido yê ji bajarê Şiyê, ew berdan.

26’ê meha borî, ji bo standina pereyan sivîlê 50 salî bi tewanên nerast hatibû revandin.

Ji navenda Efrînê û navçeya Şera 10 sivîl hatin revandin

Li gundê Dewrîş yê navçeya Şera, çeteyan beriya mehekê şêniyên bi navê Idrîs Xelîl Elî yê 46 salî û Mihemed Sîdo yê 53 salî revandin.

Heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku di nav van sê rojên dawî de çeteyên girêdayî dewleta Tirk 8 ciwan ji bajarê Efrînê revandin.

Çeteyên koma “Cebhe El-Şamiyê” ew 8 ciwanan ber bi giertîgeha xwe a li gundê Kefer Cenê ve birin.

Li navçeya Bilbilê 5000 darên zeytûnê hatin desteserkirin

Li aleyekî din, çeteyan li gundê Kirdu yên navçeya Biliblê mal û darên zeytûnê yên şêniyan destser kirin.

Çeteyan malên şêniyên bi navê Reşîd Ibrahîm Îbiş û Tahêr Xelîl Elo desteser kirin û veguherandin navendeke xwe.

Her wiha, sê hezar darên zeytûnê yên Ibarhîm Îbiş û 2 hezar dar yên malbata Mistefa Reşkêlo hatin destserkirin.

Di Hezîrana borî de 10 sivîl hatin kuştin 61 sivîl jî hatin revandin

Di derbarê sûcên ku dagirkeran di meha Hizêranê borî de pêkanîne, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî bîlancoyek ragihand.

Li gorî bîlancoya Rêxistinê li Efrîna dagirkirî, jê 2 zarok û 3 jin 10 sivîl hatin kuştin di nav de 2 jin 5 sivîl jî hatin êşkencekirin.

Her wiha , jê 6 zarok û 4 jin 61 sivîl hatin revandin.

Rêxistinê di bîlancoya xwe de diyar kir ku di meha derbazbûyî de 5 wargehên niştecihê ji malbatên çeteyan re hatin avakirin.

Ji bo dizîna şûnwaran du cihên dîrokî hatin kolandin û talankirin.

Li gorî Rêxistinê, dagirkeran gelek mal û milkên Efrîniyan desteser û talan kirin.

Her wiha li 6 deveran jê 3 daristan in, dar hatin birîn.

Back to top button