Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrişan nerazîbû nîşan dan

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrişên Tirkiyeya dagirker ên li ser gerîla nerazîbû nîşan dan.
Siyasetmedaran got: “Nha gerîla li dijî dagirkeran şerê man û nemanê dike” û banga piştgirîdayîna wan kirin. 

Li dijî êrîşên Tirkiyeya dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê nerazîbûnên tund tên nîşandan.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê Osman Xelef anî ziman armanca Tirkiyê ji van êrişan têkbirina ewlehiya li herêmê ye.

Hevserokê TEV-DEM Osman Xelef bang li Rêxistinên hiqûqî kir ku li ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bigirin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Remzî Şêxmûs jî diyar kir ku ev êriş nîşana têkçûn û lawazbûna dewleta Tirk e.

Remzî Şêxmûs bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin gerîlayên azadiyê.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê Nûra El-Hamid jî da zanîn ku armanca van êrişên Tirkiyê têkbirina vîna gelê Kurd û çewisandina nasnameya neteweyî ye.

Back to top button