Jimara xwepêşandêrên hatine kuştin gihişt 83’an

Rejîma Îran bi tirsa xwepêşandanan daketiye.
Serhildanên ji bo Jîna Emînî li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav dibe.
Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku heta niha 83 xwepêşandêr hatine kuştin.
Serokomarê Îranê Reîsî jî vê carê bi gotinan êrişî hunermend û kesên navdar yên welat ku piştevaniya xwepêşandêran dikin, kir.
Reîsî ev kes bi hevkariya li gel dijminan binav kir.

Druşmeya “Jin, Jiyan Azadî” êdî ji her demê zêdetir rejîma Îranê ditirsîne.

Duh jî di roja 13’an de li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û li dijî kuştina Jîna Emîn hêrsa xwe nîşan dan.

Li bajarê Sine bi pêşengiya jinan li çend herêmên bajêr bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ xelk daket qadan û xwepêşandan kirin.

Li Tahranê jî carek din dirûşmeyên ji bo rûxîna komara Îslamî ya Îranê bilind bûn û çalakî hatin kirin.

Gorî dîmenên hatine belavkirin, li Tahranê xwepêşanderan heta demek dirêj dest danîn ser qeymqamtiya bajêr.

Li parêzgeha Mazinderan û Gîlan ên dikevin Bakurê Îranê, xelk daket qadan.

Tê gotin heta niha herî zêde li van parêzgehan xwepêşander hatine kuştin.

Yek ji cihên din ê carek din rabûyî serxwe, bajarê Meşhed bû.

Li Meşhed xelk nerazîbûna xwe anî ziman û xwepêşandan lidar xistin.

Li Qumê jî xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin û bê navber dirûşmeyên ji bo rûxîna rejîmê bilind bûn.

Li van herêman di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de alozî çêbû.

Li parêzgeha Kirmanê jî heman dîmen hebû.

Hêzên rejîma Îranê li her deverê êriş dikin û dest bi binçavkirina çalakvanan kirine.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê duh êvarî derbarê xwepêşandan û nerazîbûnên li seranserî Îranê pêk tên de, daxuyaniyek da.

Rêxistinê di destpêkê de êriş û zextên rejima Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezarkir û carek din daxwaz ji civaka navdewletî kir pêşî li kuştina xwepêşanderan a ji aliyê hikûmeta Îranê ve tê kirin bigrin.

Rêxistinê diyarkir heta niha li seranserî Îranê di xwepêşandanan de 83 hatine kuştin.

Reîsî hunermendên piştevaniya xwepêşandanan dikin bi hevkarê dijmin binav kir

Hemwextî tundiya rejîmê, serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vê carê gef li hunermend û kesên naskirî yên li welat ku piştevaniya xwepêşandêran dikin xwar.

Reîsî got:

Kesên bi piştevaniya sîstemê navûdeng bûn, tevlî dijmin bûn.”

Tevî zexta Talîbanê jinên Efxan ji bo Jîna çalakî pêk anîn

Ev der jî Efxanistan ya cîranê Îranê ye.

Jinên Efxan li ber balyozxaneya Îranê ya li paytext Kabulê pankartên kuştina Jîna Emînî şermezar dike hildan.

Hêzên Talîbanê jî mîna hêzên rejîma Îranê êrişî jinan kirin.

dema fişekan berdidin biherikîne

Back to top button