Berî niha, tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê zêde bûbû.
Bi êrişên wan ên li vir re, ev tevger hîn zêdetir bû. Çeteyan herî dawî bi 4 topên hawinan êrişî devera El Sehacî ya li rojavayê Mûsilê kirin. Û li devera Uzem jî 9 DAIŞ’î hatin kuştin.
Li gorî dezgehên ragihandina Iraqî “çeteyên DAIŞ’ê 4 topên hawinan avêtine herêma El Sehacî ya li rojavayê Mûsilê.”
Hat ragihandin ku êriş duh derengiya şevê pêk hat,
Û ti ziyanên canî, di encamê de, çênebûne.
Li Diyalayê 3 ji wan libnanî 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Dîsa û li heman parêzgehê Diyala, di operasyonekê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir li devera Uzam a parêzgeha Diyalayê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û ji wan 3 Libnanî bûn.
Şaneya Ragihandinê eşkere kir ku destê van çeteyan di kuştina 11 efser û leşkerên Iraqê de heye.
Berî biparvekirina van agahiyan, navenda ragihandinê ya hêzên ewlehiya Iraqê eşkere kiribû cihê komeke çete hatiye diyarkirin û jinavbirin.