Şam-Kongra Star li dijî tecrîdê dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir

Kongra Star li Şamê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir..
Pêngava komkirina îmzeyan a bi heman armancê li 7 taxên bajarê Qamişlo bi rêya meclis û komînan dewam dike.

Meclîsa Kongra Star li Şamê li taxa Zor-Ava ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir.

Ev pêngav di çarçoveya pêngava ku ji aliyê Insyatîfa gel a Bakur û Rojhilatê Sûrî de hatiye destpêkirin de ye ..

Şêniyên Zora Ava destnîşan kirin ku ev tecrîd ne-qanûnî, ne-mirovî ye û gotin:

“Tecrîd li dijî hemû pîvana ye..

Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe emê têkoşîna xwe bidomînin..

Em ji dewleta Tirk û alîgirên wê re piştrast dikin ku li ser fikir û felsefeya Rêbertî nekarîn vîna gelan têk bibin.

Şêniyan bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Li Qamişlo jî komkirina îmzeyan ji bo Azadiya Rêber Apo didome

Hemleya komkirina îmzeyan îro li 7 taxên bajarê Qamişlo bi rêya meclis û komînên taxan dewm dike.

Meclis û komînên taxan mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin.

Back to top button