Artêşa Tirk nuqteyeke rejîmê li gundewarê Helebê kir hedef

Li Idlibê li gel amadekariyên şerekî dijwar ji aliyê dewleta Tirk û hêzên rejîma Sûrî ve, artêşa dewleta Tirk nuqteyeke rejîmê topbaran kir.

Agirbesta Putin-Erodgan derbasî roja xwe ya 31’an dibe.

Lê tevî agirbestê, îro artêşa dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke rejîmê li gundewarê rojavayê Helebê topbaran kir.

Ji aliyê xwe ve hêzên rejîmê deverên çeteyên dewleta Tirk li gundê Afis li gundewarê Seraqiba Idlibê topbaran kir.

Ji bo avakirina 3 nuqteyan, Tirkiyê bi dehan erebeyên leşkerî şandin Idlibê

Hemwextê wê Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo 3 nuqteyên din ên leşkerî li Idlibê ava bike bi dehên erebeyên leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Bi vê yekê ji dema agirbesta navborî hatiye ragihand dewleta Tirk bi hezaran leşker û 2 hezar û 280 erebeyên leşkerî derbasî Idlibê kirine.

Duh jî peymanegehe lêkolînên Şer a bi ser Pentagonê ve diyar kiribû ku dewleta Tirk 29 hezar serbaz şandine Idlibê kirine.

Back to top button