Saziyên sivîl ên Efrîn û Şehbayê dengê xwe tevlî banga girtina qada hewayî kir

Îro Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Yekitiya Êzîdiyan, rûspiyên eşîrên Şehba û Efrînê bi daxuyaniyek dan.

Bi dehan endamên Kongra Star a herêma Efrîn, rûspiyên eşîrên Efrîn û Şehbayê û endamên Yekitiya Êzidiyan li qada navçeya Ehdas kom bûn û daxuyaniyek dan û têde ev tişt anîn ziman:

“Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya gef û êrişên xwe yên rojane deverên nû dagir bike.”

Di dawiya daxuyaniyê hat diyarkirin ku ew dengê xwe tevlî banga Koordînasyona Partiyên Siyasî ya girtina qada hewayê ya li herêmê dikin.

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê: Ji bilî berxwedanê tu rêyek din tune ye

Li aliyek din endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan û gotin: Em wek Yekitiya Rewşenbîran û erkê ku dikeve ser milên me û hemû aliyên siyasî, yekitiyên rewşenbîrî, saziyên civaka sivîl û kesên welatparêz jî, em sekna xwe ya li kêleka QSD’ê radigihînin.

Em ê bi destkeftiyên gelê xwe re bin û serî li ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê netewînin.”

Back to top button