Lahor Şêx Cengî dest ji serokatiya lîsteya Kevpeymaniya Kurdistanê berda

Piştî ku hemû rayeyên wî jê hatin standin Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê -YNK Lahor Şêx Cengî dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê berda.

Lahor Şêx Cengî peyamek bi dîmen weşand û têde diyar kir ku sedema berdanê ji bo parastina herêma Kurdistanê ji parçebûnê bû.

Şêx Cengî desthilata xwe bi awayek demkî pêşkêşî hevserokê duyemîn kir, heta dema sererastkirina rêziknameyê.

Di der barê hilbijartina bêdeng de Lahor ev tişt anî ziman:

“Baweriya min bi karanîna bi hêzê nebû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên hizbî nîne.

Nabe li vê herêmê rê bêdayîn hin kesan ji bo armacên xwe yên şexsî bi kar bînin.”

Di dawiyê de Lahor Şêx Cengî da zanîn ku hikûmraniya Herêma Kurdistanê piştgiriya hemû karên reformê û paksaziyê dike.

Back to top button