Demîrtaş: Doza HDP’ê planeke ku mixalefetê bikişîne nava kaosê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, dosyaya girtina HDP’ê wekî “parçeyek ji plana hikûmetê ya ku mûxalefetê bikişîne nava kaosê” nirxand.
Demîrataş bang li maseya şeş partiyan kir ku bi HDP’ê re teveger bikin.

Tirkiye ya di nava aloziyê de ye, xwe ji hilbijartineke pêşwext re amade dike.

Di demekî ku li welat krîza siyasî û aborî di asta herî jor de ye, rejîma deshilat ya AKP-MHP’ê li pey pilanên xwe xelaskirinê ne.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ji girtîgeha Edîrneyê bersiva pirsên ajansa Reutersê da.

Demîrtaş, dosyaya girtina HDP’ê ya ku dewam dike nirxand û got;

Ez vê dozê di çarçoveya plana Erdogan a ji bo xistina muxalefetê di nav kaosê ya beriya hilbijartinên îsal bên kirin de, dibînin.

Erdogan: Hilbijartin wê 14’ê Gulanê pêk werin

Li gorî dema diyar wê hilbijartin meha Hezîranê de pêk werin.

Lê ya diyar ewe ku rejîma AKP’ê dixwaze hilbijartin berî dema wê pêk were.

Herî dawî şefê rejîma AKP’ê Recep Tayyîb Erdogan îşaret bi 14’ê Gulanê kir.

Demîrtaş: Erdogan wê ji bineketinê xelas nebe

Lê Demirtaş îşaret bi wêyek jî kir ku ev doz wê Erdogan ji binketinê rizgar neke.

Demîrtaş ku ji sala 2016’an ve di girtîgehê de ye, di bersiva nivîskî ya pirsên Reuters’ê de diyar kir ku Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li pişt hewldana qanûnî ya girtina HDP’ê ne.

Demirtaş destnîşan kir ku dema dozê “biryara siyasî ya bi qestî” ye û ev tişt anî ziman:

“Armanca van ew e ku bi çêkirina valahî û kaosê di nava mixalefetê de, HDP’ê lewaz bikin û di hilbijartinê de bi ser bikevin.”

Demîrtaş: Bi HDP’ê re tevger bikin

Demîrtaş derbarê hilbijartinan de jî nirxandin kir û ji maseya şeş partiyan xwest ku ji bo serkeftina hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên ku tê payîn di meha Gulanê de bên kirin, bi HDPê re hevkariyê bikin.

Back to top button