Li Ukrayna helîkopter ket: Wezîrê hindirîn mir

Wezîrê Karê Hindirîn yê Ukrayna Denis Monastirskiy mir.
Denis û alîkarê wî di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.
Bi giştî di bûyerê de 18 kes mirin.

Li Ukraynayê helîkoptera ku Wezîrê Karên Hindirîn Denis Monastirskiy jî di nav de bû, li nêzî paytext Kîevê ket.

Monastirskiy jî di nav de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di nav kuştiyan de cîgirê wezîrê û berpirsekî payebilind ê hikûmetê û du zarok jî hene.

Şefê Polîsê Netewî yê Ukraynayê Igor Klimenko got:

Di bûyera li nêzîkî dibistana dayîkê ya li bajarokê Brovariy, li ser sînorê paytext Kîevê de, herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Klimenko piştrast kir ku di nav miriyan de sê zarok hene.

Qeymeqamê herêmê Oleksîy Kuleba jî diyar kir ku di dema bûyerê de zarok û xebatkar li dibistana dayîkê hebûn.

Lêbelê, rayedar eşkere nekir ku çend kes di avahiyê de ne.

Monastiskiy 2021’an dest bi kar kiribû

Monastirskiy yê 42 salî, 2021’an wek Wezîrê Hindirîn hatibû erkdarkirin.

Di helîkoptera ket xwarê de gelek rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Hindir hebûn.

Li gorî agahiyên fermî 10 jê zarok 26 kes birîndar bûne.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ketina helîkopterê, gelek ekîbên xilaskirinê û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Dîmenên ketina helîkopterê li ser malperên civakî hatin weşandin.

Di dîmenan de tê dîtin ku li herêma helîkopter lê ketiye şewatek mezin derketiye.

Derbarê ketina helîkopterê de daxuyanî nehatin dayîn

Heta niha derbarê sedema ketina helîkopterê de ji rayedarên Ukraynayê ti daxuyaniyek zelalkirinê dernektiye.

Têkildarî sedemên ku personelên payebilind ên Wezareta Karên Hindir di heman helîkopterê de ne agahî nehat dayîn.

Li herêmê, helîkopter di serî de ji bo veguhestina birîndarên şer ber bi nexweşxaneyên li paytext Kîevê ve têne bikar anîn.

Ukrayna nêzî 11 meh in di bin êrîşên Rûsyayê de ye.

Veguhestina hewayî ya li welêt ji ber balafirên bêmirov û moşekên ku ji Rûsyayê hatine şandin pir xeternak e.

Berdevkê hêzên asmanî yên Ukraynayê da zanîn ku helîkoptera ket xwarê girêdayî Servîsa Lezgîn a hikûmetê ye, lewma berpirsyariya bûyerê Wezareta Karê Hindirîn e.

Brovariy bi qasî 20 kîlometreyan dûrî navenda Kievê ye.

Back to top button