Polîstên Tirk êrişî merasima cenazeyê Aysel Dogan kir

Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan ku li Almanayê şehîd bû, îro cenazeyê wê gihişt bajarê Dêrsimê.
Lê li Dêrsimê polîsên Tirk êriş bir ser merasîma cenaze.

Siyasetmedara kurd Aysel Dogan di 11’ê gulanê de li bajarê Kolnê ya Elmanyayê derman dibû, jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Şehîd Aysel Dogan, ji Kolnê anîn Amedê û ji vir bi rêya bejahiyê ber bi warê wê Dêrsimê ve hat rêkirin.

Parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û malbata Aysel Dogan û gelek kes tev li mrasîma cenaze bûn.

Gelê Dêrsimê li ser Pira Seyîdlî ya li navçeya Mazgirtê cenaze pêşwazî kir. Cenaze li her nokteyên polîs û leşkeran hat sekinandin.

Piştî pêşwazîkirinê girseyê xwest cenazeyê şehîd Aysel Dogan ji bo bê veşartinê bibin mala wê ya li taxa Gazik a navenda Dêrsimê.

Karwanê cenaze di ketina taxa Turişmek de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Polîsan destûr neda ku cenaze bibin taxa Gazikê êrişî merasîmê kirin.

Back to top button