Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êrişên xwe li ser herêmê didome.
Dagirkeran vê sibehê gundên Til Temir û Girê Spî topbaran kir.
Dewleta Tirk îro danê sibehê gundê Bênê yê Şêrawa topbaran kir.
Her wiha gundê Um El kêf ê Til Temir jî topbaran kir.
Di heman demê de êrişî gundê Zenûbiya yê Girê Spî jî kir.
Heman dagirkerî doh êvarê jî gundewarên Girê Spî û Kobanê bi çekên giran topbaran kir.
Taybet gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê bi çekên giran hate topbarankirin.
Her wiha gundên Semûqa û Kefer Garis û Bendava Şehbayê jî bûn ermanca êrişan.