Êlên Sûrî li dijî dagirkeriya Tirk daxuyanî dan

Li hember êrişên dagirkeriya Tirkiyê îro êlên herêmê bi taybet kurd ,Ereb ,Suryan û Ermen li hev dû kom bûn.
Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk daxwiyaniyek dan.
Di daxwiyaniyê de diyar kirin ku Dewleta Tirk li herêmê sûcên şer dike.

Li hember êrişên dagirkeriya Tirkiyê îro êlên herêma Cizîrê li Hesekê daxwiyaniyek dan ..

Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin:

“Dewleta Tirk li herêmê sûcên şer dike ..

Dibistan ,Nexweşxane ,û hemû pêdiviyên jiyanê û çavkaniyên jiyanê dike ermanc ..

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyan dike armanc ..”

Êlên herêma Cizîrê tekez kirin ku ew piştevanê QSD’ê ne heta ku li hember Tirkiyê bi ser bikevin ..

Her wiha destnîşan kirin ku li kêlek QSD’ê di yek xendeqê de li dijî dagirkiyê em ê şer bikin ..

Êlên herêma dawiyê raghandin divê li dijî êrişan her kes li ber xwe bide..

Yek ji êlên ku tevlî daxwiyaniyê bû ji televizyona mere vê yekê dibêje ..

Back to top button