Taywan û Amerîka dest bi hevdîtinên nû yên bazirganiyê dikin

Taywan ya ku bi Çînê re krîza serweriyê dijî, bi rêveberiya Amerîkayê re jî têkliyên xwe xurtir dike. Taywana ragihand ku ew ê di serê payîzê de bi Amerîkayê re, hevdîtinên bazirganiyê bidin destpêkirin.

Di daxuyaniya Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê (USTR) de hat gotin, Washington û Taypê di çarçoveya “Însiyatîfa Amerîka-Taywanê ya Bazirganiya Sedsala 21’emîn” de li ser desthilatdariya danûstandinan li hev kirine.

Wezareta Karên Derve ya Taywanê got: “Em pêşwaziya derfeta kûrkirina hevkariya aborî di navbera her du welatên azadîxwaz dikin.

Em modelek nû ji bo hevkariya bazirganiyê li Hind-Pasîfîkê ava dikin.”

Nûnera Taypê li Washington, Hsiao Bi-Khim, got: “Em vê daxuyaniyê pêşwazî dikin.

Taywan amade ye ku dest pê bike!”

Piştî ku Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi serdana Taypê kir, Pekînê tetbîqatên xwe yên leşkerî yên herî mezin li derdora giravê da destpêkirin.

Her çiqasî rêveberiya Amerîka dibêje polîtîkayên wan yên bi mijara Taypê ne hatiye guhrtin jî serdanên rêveberiya Waşîngtonê rêveberiya Pekînê bihêrs dike.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di nava rojê de, 51 balafir û 6 keştiyên şer ên Çînê li derdora giravê hatine dîtin.

Back to top button