Zelensky: Wê êrişa li dijî xarkivê bê bersiv nemîne

Diyar e ku demê dawî Ukrayna bi zêdekirina êrişên li dijî herêma Qirimê hewl dide derbeyên nû li artêşa Rûsyayê bide. Piştî êrişên dawî yên li dijî baregehên leşkerî, derket holê ku Rûsya fermandarê Hêzên Derya Reş ji erkê dûr xistiye.

Piştî 2 teqînên di nava deh rojên dawî de, Ukraynayê ragihand ku dibe li dijî hêzên Rûs ên li Qirimê êrişên nû pêk werin.

Piştî zêdebûna êrişên li Qirimê, derket holê ku Rûsya fermandarê herêma Derya Reş Îgor Osîpov ji erka wî dûr xistiye.

Li aliyê din encama êrişa dawî ya artêşa Rûsya li dijî herêma Xarkîvê eşkere bû.

Li gorî vê,

7 kes hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.

Serokê Ukrayna Zelensky ragihand ku ew ê êriş bi bersiv nemîne.

Back to top button