Li Iraqê encama civîna hêzên siyasî yên Iraqê eşkere bû

Civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ ya Hêzên Siyasî yên Iraqê a li ser banga Serokwezîrê Iraqê, ya bê Tevgera Sedr bi dawî bû. Di civînê de bang li Tevgera Sedr hate kirin ku dest bi diyaloga nîştinamî bike.

Li Bexda doh civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ ya Hêzên Siyasî yên Iraqê a li ser banga Serokwezîrê Iraqê, ya bê Tevgera Sedr bi dawî bû.

Rêveberên Çarçoveya Hemahengî, weke nûnerê Hevpeymana Dewleta Yasa, Eniya Hîkme, Hevpeymana Fetih, rêveberên Kurd û Sune tevlî civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ bibûn.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, civîna ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya Iraqê, bi amadebûna Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, beşdarên civînê, ragihandine ku bi çareseriya hemû pirsgirêkan a bi riya diyalogê, rihê biryatî û hevkariyê ve girêdane.

Herwiha destnîşan kirine ku girêdayî dengdana bi riya hilbijartina pêşwext in ku dema krîzên siyasî de hêzên siyasî yên nîştimanî di hilbijartinê de serî li riya destûrê didin.

Li gorî daxuyaniyê beşdarên civînê, daxwaz ji rêveberên nava Tevgera Sedr kirine ku ji bo diyarkirina mekanîzme û çareserkirina piralî ya ji bo ximzetkirina hêvî û xwestekên gelê Iraqê dest bi guftûgoya nîştimanî bikin.

Serokê Tevgera Sedr yê beşdarî civînê nebûyî jî civîn bê sûd pênase kir.

Back to top button