Endamekî YNK’ê, hevkariya PDK û Mît’ê bi belge piştrast kir

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK’ê Eta Serawî eşkere kir ku tîmekî MÎT’a Tirk li Zînî Wertê bi hevkariya hêzekî Helgurt a PDK’ê, herêmên gerîlayên PKK’ê lê ne, bi roj dişopîne.

Li gorî Serawî, piştî vê şopandinê jî, balafirên Tirkiyê tên qadên gêrîla bombebaran dikin.

Eta Serawî ji bo piştrastkirina axaftina xwe, dîmenekî weke belge, nîşan dide.

Li gorî Serawî, dîmen li gundekî herêma Wertê beriya bombebarana 15’ê Nîsanê ya li ser herêmê hatiye kişandin.

2 erebeyên landikros yên tîma MÎT’a Tirk xuya dibin.

Endamê Rêveberiya YNK’ê Serawî her wiha diyar kir ku “PDK ji bo şerê li dijî YNK û PKK’ê, çûye Zînî Wertê û got:

“Wan li dijî me û PKK’ê biryara şer dabû, lê me û PKK’ê ew bombeya wan a çandî bê bandor kir.

Bi hewldanên hevserokatiya me û biraderên PKK’ê, me nehişt plana ku PDK’ê û MÎT’a Tirk amade kiribû, bi ser nekeve.”

Back to top button