Çeteyan, li Efrînê di vê mehê de 60 kes revandin

Li Efrînê, li gel bêdengiya wijdanê civaka navdewletî, kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bêserûber dewam dikin. Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, bîlançoya meha Nîsanê eşkere kir “di vê mehê de, 60 kes li Efrînê, hatine revandin. Her wiha çete hîna bacan li şêniyên resen disepînin. 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, bîlançoya kirin û binpêkirinên dewleta Tirk ên meha Nîsanê li Efrînê eşkere kir, ku di vê mehê bi tenê de, 60 kes, hatin revandin.

Navendê, 14 rewşên êşkenceya girtiyan, belge kirine.. 2 ji wan bi êşkenceyê, 2 jî temenmezin hatine kuştin.

Malpera Afrîn Post jî ragihand ku çeteyên ‘Sultan Murad‘, li navçeya Şiyê

Birîm Bekir Hemo yê 80 salî

Bekir Hemo 72 salî

Arîf Bekir Hemo yê 70 salî ji gundê Çeqela Ortê û Mihemed Betal yê 60 salî

Ednan Mehmûd Betal yê 35 salî jî ji Çeqela Jor revandin.

Li gorî Malperê, çeteyan ji bo berdana her kesekî, 3 hezar dolar fidiyê xwestine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî da zanîn ku, 12’ê Nîsanê çeteyan, Henan Elî Betal yê temenmezin ji gundê Çeqela Ortê yê Şiyê ji mala wî qewitand û li şûnê malbatên çeteyan bi cih kirin.

Çete, bacan li şêniyên Şiyê yên resen disepînin

Heman rêxistinê, ragihand ku çete li navçeya Şiyê, bacan li şêniyên Efrînê yên resen disepînin. Li gorî wê jî, çete ji bo mûsima pelên reza 15% berhem distînin.

Her wiha çete, li hember hiştina wan li malên xwe, ji serê her malekê, 10 hezar L.S dibin.

Bi bihaneya boyaxkirina navendên xwe jî, li gundê Çeqela Jor, Ortê û Jêr jî, çete ji her malekê 100 hezar L.S distînin.

Back to top button