Japonya..Ji ber metirsiya bagerê ji 8 mîlyon kesî re hişyariya veguhestinê hat dayîn

Li rojhilatê Asya metirsya bagera Nanmadol tirsek zêde daye avakirin.
Li Japonya ji ber vê metirsiyê ji 8 mîlyon kesî re hişyariya veguhestina bo cihên ewle hate kirin.
Piştî vê yekê navendên veguhestinê ji mirovan tejî bûn.

Ev deng û reng hikumeta Tokyo xistiye nava tirsê.

Bagera Nanmadol li Japonya metirsiyek zêde daye avakirin.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonya (JMA) li hember bagera Nanmadol a ku li başûrê herêma Kyushuyê bi bandor e, hişyariya asta 5 da.

https://www.ruptly.tv/en/videos/20220919-011-Japan-Bullet-train-travel-disruptions-as-Typhoon-Nanmadol-makes-landfall

Di çarçoveya hişyariyê de, ji 3 mîlyon û 700 hezar malbatî ku dike bi qasî 8 mîlyon mirov banga veguhestinê hate kirin.

Hat diyarkirin bagera ku ber bi bakurê Kyushuyê ve biçe dikare bigihêje beşa bejahî ya Honshuyê.

Serokwezîr Kishida Fumio di civîna kabîneya xwe de ji raya giştî xwest ku di rewşa xeteriyek biçûk te jî tavilê xwe li nuqteyên valakirinê bigirin.

Di hişyariya xwe ya berê de, ajansê destnîşan kir ku “asta bagerê ya bêhempa” wê bibe sedema barîna baranê li seranserê herêmê.

Bi bandora bagerê re, çemê Sendai jî difure.

Bilindbûna çem, metirsiya li ser rêyên trenê jî zêde dike.

Back to top button