Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asur belgeyek îmze kir

Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûr a Demokratîk bi boneya 4`ê Nîsanê belgeyeke lihevkirinê têkildarî pêkanîna xebateke hevpar îmze kirin.

Partiyê bi daxuyaniyekî belgeyeke siyasî ya lihevkirinê îmze kirin û bendên wê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin:

“Bi boneya 1’ê Nîsanê sersala Babilî Ekîto ya 6772, Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asur a Demokratîk li Qamişlo belgeya siyasî ya lihevkirinê îmze kirin.

Ev belge ji bo pêkanîna xebateke hevpar di navbera herdu partiyan de ye da ku nasname, mafên neteweyî, çandî û siyasî yên gelê Suryan û Asur werin naskirin.

Hêjaye ku Suryan û Asûr ên li welat û derveyî welat destekê bidin vê lihevkirinê da mafê vî gelê were misogerkirin û nasname, zimanê wê yê dayikê di destûrê de were naskirin.

Bi wê re Sûriyeke nû ya pirrengî û niştimanî were avakirin.”

Back to top button