Çeteyê DAIŞ’ê Mehmûd Dundar: DAIŞ’ê Tirkiye kir wîlayet

Bi salan e hevakriya DAIŞ û desthilata Erdogan bi awayekî eşkere xuya dibe. Li ser vê hevkariyê jî DAIŞ li Tirkiyê bêyî astengî û bi hêsanî tevdigere û xebatên xwe bi rêve dibe. Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mehmûd Dundar dibêje “Armancên Erdogan ew in gelek herêmên li xaka Sûriye û Iraqê bi dest bixe û DAIŞ ji nû ve li Sûriye û Iraqê çalak bibe.” 

Ji roja destpêkê heta niha rêjima Erdogan a li Tirkiyê bi her awayî piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê û wan ji bo berjewendiyên desthilata xwe bi kar tîne.

Çeteyê DAIŞ’ê Mehmûd Dundar ku di nava lîsteya bombeyên zindî de bû, 24’ê Adara 2019’an li Baxozê yek ji çeteyên DAIŞ’ê bû ku teslîmî QSD’ê bû.

Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mehmûd Dundar ku ji bajarê Semsûr yê Bakurê Kurdistanê ye ji ANF’ê re axivî.

Mehmûd Dundar di nava xeleka destpêkê ya koma ‘Dokûmacilar’ a Semsûrê de cih girt ku tevlî DAIŞ’ê bû.

Ev kom piştî ku derbasî xaka Sûriyê bû, bi koma Dîlokê re bû yek û gelek endamên xwe weke bombeyên zindî bi kar anî.

Çeteyê DAIŞ’ê balê dikişîne li ser hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk û dibêje DAIŞ ji sala 2017’an û pê ve derbasî Tirkiyê û herêmên mîna Idlibê yên nêzî Tirkiyê bû.

Çete Mehmûd diyar dike di van salên dawiyê de DAIŞ’ê rêxistina xwe ya li Tirkiyê ji emîrtiyê veguherandiye wîlayetê û wiha qala sîstema kar ya DAÎŞ’ê kir:

“Destpêkê bi Karên Derve ve girêdayî bû. Kesê ku bi Karên Derve re eleqedar dibû li dosyayan hemûyan dinêrî. Lê belê piştî ku bû wîlayet êdî xweser bû. Waliyek li ser hat danîn. Ev walî jî yekser bi Lijneya Mufawadat (Şûra Leşkerî ya Bilind) ve girêdayî bû.”

Çete Dundar diyar kir ku waliyê destpêkê yê ‘wîlayeta Tirkiyê’ ya DAIŞ’ê Nûsret Yilmaz (Ebû Fûday) bû û da zanîn Nûsret Yilmaz jî ji aliyê rêxistinî ve yekser bi Serçeteyê DAIŞ’ê Abdullah Kardaş (Emir Mûhammed El Mewla El Selbî) ve hat girêdan.

Çete Mehmûd Dundar: Dixwazin DAIŞ ji nûve li Iraq û Sûriyê çalak bibe

Li ser hevkariya DAIŞ û Tirkiyê jî , ev çete wiha dibêje:

“Armancên Erdogan ên sala 2013’an hene. Li ser Mûsil û Kerkûkê daxwaza maf dikin. Dixwazin ku gelek herêmên li xaka Sûriye û Iraqê bi dest bixin. Dixwazin DAIŞ ji nû ve li Sûriye û Iraqê çalak bibe.”

Back to top button