Mismarî banga şermezarkirina vê peymanê li civaka nadewletî kir

Qada Lîbî xwe ji şerekî bejahî û deryayî re amade dike.
Piştî lihevkirina Erdogan û Sîrac dengekî bilind li qada navdewletî veda, êdî dengê şerekî deryayî ji dûr ve tê bihîstin.
Artêşa netewî ya Lîbyayê teqez kir ku ew ê rê nedin vê lihevkirinê û YE jî peymana tirkiye û hikumeta Wîfaq a Lîbî derqanûnî binav kir.

Fermana bidawîkirina şerê Lîbyayê hat dayîn..

Piştî lihevkirinên ne-rewa navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaqê, artêşa netewî ya Lîbyayê êdî ji qonaxa diplomasiyê derbasî qonaxa çekan dibe.

Bedevkê artêşa netewî ya Lîbyayê lîwa Ehmed Mismarî bang li civaka navdewletî kir ku ev lihevkirin were şermezarkirin.

Mismarî teqez kir ku ev lihevkirin serweriya Lîbya û ya gelek welatên din binpê dike û got ew ê nehêlin ev yek pêk were.

Piştî daxuyaniya Xelîfa Hefter, Mismarî jî qonaxa dawî ya rizgarkirina Terablusê ragihand.

“QONAXA RIZGARKIRINA LÎBYA JI ÇETEYÊN DEWLETA TIRK”
ARTÊŞA NETEWÎ: ME GELEK DEVER LI TERABLUSÊ KONTROL KIRIN

Der barê rewşa li ser erdê jî, îro artêşa netewî ragihand ku wan gelek dever li paytextê bi dest xistine, lê hikumeta Wîfaqê ev yek red kir.

Ji aliyê xwe ve ser-erkanê deryayî yê artêşê Ferec el- Mehdûwî got ew ê korîdora deryayî ya girva Crete ya Yonan bi Lîbyayê bi hev girêdide, li pêşberî keştiyên Tirkiyê bigirin.

Mehdûwî anî ziman ku bi hevahengiya herdu welatan, dê keştiyên dewleta Tirk ên bi çekan barkirî, werin binçavkirin û wêrankirin.

Metirsiya rûdana şerekî deryayî heye.. gelo egeriya derketina şerekî navbera Rûsya û Tirkiyê heye?

Weke tê zanîn, piraniya welatên Ewropî li destê Hefter in, li Asyayê jî Rûsya heye.

PEYMANA RAYEYA DERYAYA SPÎ
YE: PEYMANA TIRKIYE Û HIKUMETA WIFAQ A LIBÎ NERAWA YE

Li aliyekê din jî birêveberên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê, duh li Brukselê têkildarî av-hewayê, lihevkriina dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê li hev kom bûn.

Di civîna ku heta derengiya şevê dewam kir de, birêveberan li ser beyanekê li hev kir.

Li gorî beyanê YE, lihevkirina dewleta Tirk ya bi hikumeta Wîfaq a Lîbî re ti rawabûna xwe tuneye.

Çavdêrên siyasî jî têkildarî şerê li Idlib û vê dawiyê li bakurê Sûrî, tênin ziman ku dibe ku lihevkirin û têkiliyên heyî li ser asta herêman, ne li ser asta fikirê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsya li ser zimanê berdevka wezareta xwe ya derve gotibû, eger pêwîst bike ew ê bersiveke tuj bidin Erdogan û Sîrac.

Leave a Reply

Back to top button