5 Çalakvanên Behdînan: Em di bin êşkencê de ne

5 çalakvan, mamoste û rojnamevanên ku li Behdînan ji aliyê PDK’ê ve hatîbûn binçavkirin piştî salekê bi nameyekê ragihandin ku êşkenceyek giran li wan tê kirin.

Di nameya ku ji aliyê malbata wan ve hatî parvekirin de hate gotin: “Ji destpêka revandina me ji aliyê hêzên ewlehiyê heta niha em bi tundî tên êşkencekirîn û di bin gefê de li ser hinek sûcan îtiraf bi me dane kirin û dîmen kişandine ku parve bikin.”

Girtî diyar dikin, rê nadin ku parêzer wan bibînin û şerek derûnî li ser wan didin meşandin û dibêjin:

“Di dema lêpirsînê de, hemû gotin û îfadeya me guhertîn û bi me dan îmzekirin, em nizanin çi nivîsandine.

Lewma hefteyeke me dest bi greva birçîbûnê kiriye.”

Girtiyan, bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, medya, parlamento, aliyên siyasî û tevahiya xelkê Kurdistanê kirin ku bi hewara wan ve werin.”

Xizmên her 5 girtiyan diyar kirin ku ti sûcek zarokên wan nîne û divê werin berdan.

Back to top button