Şoreş Ronahî: Em ê konsepta navnetewî ku dixwaze Şoreşa Kurdistanê terorîze bike, pûç bikin

Beriya niha Konferansa Pêşî ya Enternasyonal a Rojava hate lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar Şoreş Ronahî û delegeya konferansê Zeryan Berxwedan têkildarî mijarê axivîn û gotin,”Em ê têkoşîna 50 salî ya bi rihê enternasyonal dest pê kirî bigihînin asta herî bilind’

Beriya niha, bi bi tevlêbûna sazî û avaniyên Enternasyonal ên li Rojava Konferansa Pêşî ya Enternasyonal a Rojava pêk hat.

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Şoreş Ronahî têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî

Şoreş Ronahî yê ku bi eslê xwe Elman e, diyar kir têkoşîn û berxwedana li Rojava ya li dijî DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker derfet çêkirine ku têkoşîna enternasyonalîst zindî bikin

Ronahî destnîşan kir, bi giştî mîrateyeke enternasyonal derketiye holê, bi vê konferansê wan xwestiye li dîrokê xwedî derkevin û got,

“Ji bo gavên ku siberojê em bavêjin, şoreşê zêdetir biparêzin û berbelav bikin, ji bo em azadiya hemû gelan û sosyalîzma sedsala 21’ê geş bikin, li ser hîmê Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê ava bikin, em hatin cem hev.”

Ronahî diyar kir cara pêşî ye ku bi vî rengî pêşengên şoreşê, enternasyonalên ku li qadên cihê xebitîne hatine cem hev û plansaziyeke hevpar derxistine holê û got, “Bi vê konferansê em konsepta navnetewî ya ku dixwaze şoreşa Kurdistanê terorîze bike, pûç bikin”

Şoreş Ronahî: Em ê têkoşîna 50 salî ya bi rihê enternasyonal bigihînin asta herî bilind

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Şoreş Ronahî dawî eşkere kir ji konferansê ew biryar derketiye, şoreşa Kurdistanê were geşkirin û li cîhanê were berbelavkirin û têkoşîna ku beriya bi 50 salî bi enternasyonalê dest pê kiriye, bigihînin asta herî bilind

Delegeya Konferansa Enternasyonal a Rojava Zeryan Berxwedan jî derbarê mijarê de axivî.

Zeryan Berxwedan: Ev koferans, ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê

Zeryan Berxwedan destnîşan kir Konferansa Enternasyonal a Rojava ji bo wê tiştekî nû ye û got,

“Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê.

Zeryan Berxwedan anî ziman ku di konferansê de rola jinê gelekî girîng bû û wiha got:

“Di enternasyonalîzmê de jin hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê pratîkî ve dikarin bibin pêşeng

Rola enternasyonalîstên jin ji bo ragihandina nirxên wekhevî û mirovahiyê ku li welatên me bi giranî nayên dîtin, gelekî girîng e.”

Dawî Zeryan Berxwedan diyar kir bingeha vê şoreşê ku fikrên Rêber Apo ne, nêrîneke şoreşgerî ye ku xwe dispêre mirovahiyê û cudahiyan û got,

“Hêviya min heye ku li Îtalyayê bi sûdwergirtina ji fikrên Abdullah Ocalan û tevgera Kurd dikarin rêxistiniya xwe ava bikin.”

Back to top button