Li Kobanê perwerdeyên destwerdanên lezgîn hatine destpêkirin

Li Kobanê, li ser banga Rêveberiya Xweser a Rewşa Awarte, perwerdeyên detwerdanên lezgîn hatine destpêkirin.
Rêveberê Nexweşxaneya Emel Cemal Bekir dibêje heta niha gelek ciwanan berê xwe dane nexweşxaneyan û ji ber jimara zêde ew êwan dabeşî du dewreyan bikin.

Rêveberê Nexweşxaneya Emel Cemal Bekir da zanîn armanca wan ew e ciwanan fêrî hinek beşên tendirustiyê bikin ku bikaribin di hin rewşên awarte de xwe biparêzin.

Li gorî Cemal Bekir, du dewre wê werin vekirin ew jî wê li nexweşxaneyên Emel û Heyat bin .

Rêveberê Nexweşxaneya Emel Cemal Bekir ragihand heta niha gelek ciwan ji beşdarbûna perwerdeyê, berê xwe dane nexweşxaneyê.

Û dawiyê bang li gel kir ku bi her awayî amade û hişyar bin.

Back to top button