Komeke çekdar, karwanekî leşkerî yê Amerîkî li başûrê Bexdayê kir hedef

Komek çekdar êrîşî karwanekî erebeyên ku xwarin dibirin navendên leşkerên Amerîka lê dibîne.

Di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn.

Her wiha Serokatiya operasyonên hevbeş a Iraqê nûçeya vekişandina hêzên Amerîkî ji baregehên xwe yên li Iraqê derewand û teqez kir ku ti dewletên koalîsyonê daxwaziya vekişînê nekirine.

Di demekê de ku nîqaş li ser mabûna leşkerên Amerîka yên li Iraqê tê kirin, êrîşek din li dijî karwanekî ku xwarin dibirin baragehên Emerîka pêk hat.

Li gorî çapemeniya erebî, dema karwanê leşkerî xwarin û amûrên leşkerî vedughestin baregeheke hêzên Amerîkî lê dimînin êrîşke pêk hatiye.

Di encamê de ziyan gihîşt erebeyekê û ti zerarên canî çênebûn.

Hizbullaha Iraqî di çilrojiya kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mihdî El-Muhendis de, careke din gef li hêzên Amerîkî yên li Iraqê xwaribû.

Back to top button