Mamostayên Olî yên Başûr: Divê Kurd hevkariyê bi dijmin re nekin

Nerazîbûnên Kurdan yên li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker û PDK’ê ên li dijî gerîla zêde zêde bin.
Mamostayên Olî yên Başûrê Kurdistanê, dayikên Mexmûrê û siyasetmedarên Rojava diyar kirin PDK xizmetê ji dewleta Tirk re dike û diyar kirin divê Kurd hevkariyê bi dijmin re nekin.
Her wiha hat gotin wê gel û gerîla bi hevre plan û êrişan têk bibin.

Hevkariya dewleta Tirk ya dagirker û PDK’ê û êrişên wan yên li dijî gerîla dewam dike.

Li hember hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re Mamostayên Olî yên Başûrê Kurdistanê bertek nîşan dan.

Mela Ismaîl Herutî anî ziman ku li hember dagirkeriyê divê kurd yekîtiya xwe çêbikin.

Li dijî heman plan û siyaseta PDK’ê Mela Şiwan Sirêşmeyî jî axivî .

Mela Şiwan got:

“Ji bo bidestxistina her armancekê, pêwîstî bi yekîtiyê heye û divê kurd piştgiriya hev bikin.

Jinên Mexmûrê: Wê gel û gerîla planên dewleta Tirk û PDK’ê vala derxin

Jinên wargeha Mexmûrê jî derbarê vê hevkariyê de, bertek nîşan dan.

Teybet Kapar diyar kir ku gerîlayên HPG’ê ku li ser fikir û ramênên rêber Ocalan, dimeşin wê, pilanên dewleta Tirk û PDK’ê vala derxin.

Teybet Kapar bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku hişyar bin, rabin ser xwe û bê deng nemînin.

Hacer Kara jî hevkariya dewleta Tirk û PKD’ê şermezar kir bang li dayikên bakur û başûr kir.

Endamê PYD: Ji ber hebûna dewleta Tirk Başûr di nava kirîzê de ye

Her wiha Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko jî diyar kir ku PDK ji bo parastina berjewendiyên xwe planên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd pêk tîne û got:

“Ji ber hebûna dagirkeriya Tirk, Başûrê Kurdistanê di nav krîzê de ye.

Back to top button