Serdozgeriya Tirk li 13 bajaran biryara binçavkirina 91 kesan da

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Heta niha 46 hatine binçavkirin..
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede bertek nîşanî binçavkirinan da û got:
“Ev binçavkirinên îro, êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye.”

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li gorî agahiyan, ev operasyona binçavkirinê , bi navê “Lêpirsîna Kobanê” hatiye destpêkirin û heta niha 46 kes hatine binçavkirin.

Hate hînbûn, lêpirsîn ji aliyê dozgerê Doza Kobanê Ahmet Altun ve tê birêvebirin û biryara veşartina dosyeya lêpirsînê hatiye dayîn.

Cîgirê Hevserokên HDP’ê Umît Dede: Dijber ji pûçkirina delîlên dijî HDP’ê aciz bûne

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede derbarê vê biryara binçavkirina 91 kesan de nirxandin kir..

Dede diyar kir ku dozgeriyê hem qedexekirina hevdîtina parêzeran hem jî biryara veşartina dosyeyê daye…

Dede anî ziman ku bêyî haya parêzeran ji biryara binçavkirinê çêbibe, li ser medya alîgir hatiye ragihandin û wiha axaftina xwe domand:;

“Li vir dîsa dozger Ahmet Altûn derdikeve pêşiya me.

Nemaze Ahmet Altun bi awayek taybet ji bo operasyonên li dijî HDP’ê bi rê ve bibe, hatiye wezîfedarkirin.

Em eşkere dikarin bêbêjin ku ev kes li dijî HDP’ê ji aliyê yên dijminatiyê dikin ve hatiye wezîfedarkirin. ”

Dede destnîşan kir ku di Doza Kobanê ya niha tê lidarxistin de halê hazir delîlên ku dozger Ahmet Altun pê bawer bû hatin pûçkirin û got:

“Me çawa operasyona din pûç kir, em ê vê jî pûç bikin.

Ev operasyon dewama kîn û nefret û dijminatiya Ahmet Altun a li dijî HDP’ê ye.

Binçavkirinên îro jî êrişa li dijî pûçkirina delîlên dozgerê Doza Kobanê Ahmet Altun e.”

Back to top button