Dadgeheke herêmî ya li Berlînê rewşa hevjîn û 3 zarokên çeteyekî DAIŞ’ê nirxand û biryarek da ku dikare bibe mînak.
Dadgehê biryar da ku divê malbatên DAIŞ’î bên vegerandin.
Malbata ku ji eyaleta Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê ye û zarokên wê 8, 7 û 2 salî ne, li kampa Holê ye.
Lê belê rayedarên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku biryara dadgehê nehatiye misogerkirin û tu guhertin di rewşa malbatê de çênebûye.
Eger biryar misoger bibe, divê Wezareta Karên Derve têkiliyê bi QSD’ê re deyne û malbatê vegerîne Almanyayê.
Ev jî wê ji bo Almanyayê bibe rewşeke nû.
Tê gotin ku zêdetirî 200 DAIŞ’iyên Alman di destê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de ne, piraniya wan jin û zarok