Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê êriş û tecrîd şermezar kir

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber APO û gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ji aliyê endama Meclisê Hediya Xelef ve hate xwendin

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di dirêjahiya 10 salên şoreşê de, gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst û hevalbendên wê yên ji komên terorîst sekinîn.

Meclisê da zanîn ku ev komên terorîst hewl didin ku herêmê dagir bikin û wiha got: “Ji ber vê yekê kiryarên derexlaqî zêde bûne û siyaseta kuştin û koçberkirinê li dijî gelê herêmê tê meşandin.

Meclisê balkişand ser tecrîda dijî Rêber Ocalan û wiha got: “Em tecrîda li ser rêber Ocalan û kiryarên dewleta Tirk ên êrişên li dijî welatî û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser , şermezar dikin.

Ev kiryar li pêşberî çavên Cîhanê hemû tê kirin lê bêdeng in.”

Back to top button