Delal Nûda Avet: Berxwedaniya ku tê kirin wê di dîroka Kurdan de bineqişe

Gerîlayên YJA STARÊ û HPG’ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi hevakariya PDK’ê li Çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin, behsa şer û berxwedanê kirin.
Gerîlayan gotin: “Em li ser şopa Zîlan û Egîdan li ber xwe didin û wê serketin ya me be.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê ve êrişî herêmên Parastina Medyayê dike.

Li hemberî vê êrîşa hovane ku tê de çekên qedexekirî jî tên bikaranîn, gerîlayên HPG û YJS STAR, li ber xwe didin û derbên giran li dagirkeran didin.

Gerîlaya YJA Starê Delal Nûda Avet li Şikefta Birîndaran, behsa êrişên dijmin û sekna gerîla kir.

Delal Nûda Avet anî ziman ku ew bi moreleke mezin, li ber xwe didin û derban li dijmin didin û got:

“Ji destpêka şer û heta niha em nahêlin ku dijmin hêza xwe li qadê dayne.
Berxwedana ku tê kirin wê di dîroka kurdan de bineqişe.”

Delal Nûda Avet anî ziman ku li gorî wê hebûna wê di nava qada şer de gelek bi wate ye û wiha domand:

“Wekî jinekê, cihgirtina li vê çeperê pir bi wate ye, hîn girîng e û nîşaneya pêşengiyê ye.”

Delal Nûda Avet: Em ê xwedî li mîrateyên hevalên xwe yên şehîd derkevin

Delal Nûda Avet di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman;

Em li vê derê ji bo dayîk û gelê xwe li ber xwe didin û em ê vê berxwedanê bi ser bixînin.

Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya hevrêyên xwe yên şehîd derkevin.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê: Em ê li ser rêya Egîd û Zîlan bi ser bikevin

Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî jî behsa riya têkoşînê ya Şehîd Zîlan kir û got:

“Weke hêzên YJA Starê em li ser xeta Zîlan têdikoşin.

Hevrê Zîlan bi rêya çalakiya xwe derbeke mezin li feraseta desthilatdar xist û ji jinan re bû pêşeng.

Têkoşîna li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin bi ruhekî fedarkariyê tê meşandin.

Em li ser bingeha heqîqeta Zîlan li ber xwe didin û derbên mezin li dijmin dixin.

Gerîlayê HPG’ê Berxwedan Heftanîn jî bi bîr xist ku Şehîd Zîlan ji bo têkbirina komploya li dijî Rêber Ocalan, çalakiya fedayî kir û got:

“Îro em jî li ser xeta berxwedanê ya Zîlan dimeşin.

Rêya me rêya Zîlan û Egîd e.

Weke gerîlayên HPG’ê em ê li ser xeta hevala Zîlan heta dawiyê têbikoşin.

Em ê jî bi heman ruhê fedakatiyê, li qada şer li ber xwe bidin û bi ser bikevin..”

Back to top button