Kerîm Elî: Ne bi xiyanetê be dewleta irk nikare heta kelarê biçe û êriş bike

Li başûrê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê berdewam dike.
Welatî û siyasetmedarên başûr nerazîbûnê nîşanî bêdengiya hikumetê a li dijî êrişan didin û dibêjin:
“Dewleta Tirk li dijî destketiyên hemû Kurdan e. Ger ne ji hevkarî û xiyanetê be dewleta Tirk nikare heta kelarê biçe û êriş bike.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Heta niha ne hikumeta Iraqê û ne jî ya başûrê Kurdistanê ti helwesteke şênber nîşanî van êrişan nedane.

Xelkê başûrê Kurdistanê jî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya li dijî êrişan bi hêrs e.

Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Kerîm Elî ku ji xelkê Germiyanê ye sucên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar kir û der barê êrişa dawî ya li dijî Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik de ev got:

“Ger ne ji hevkarî û xiyanetê be nikare heta Kelarê biçe û êrişan pêk bîne.”

Dilêr Kerîm: Li germiyanê careke din birîna me vekirin

Nivîskar û siyasetmedar Dilêr Kerîm jî dibêje:

“Li Germiyan ku dergûşa enfal û qurbaniyan e carek din birîna me vebû.

Em bi mêvandariya xwe tên naskirin, lê mixabin li pêş çavên me bi destê xwefiroşan mêvanên me şehîd xistin.”

Salar Mehmûd: Dewleta Tirk li dijî hemû destketiyên Kurdan e

Siyasetmedar Salar Mehmud jî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews’ê re axivî.

Salar Mehmud, destpêkê balkişande ser êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li Kelarê û wiha axivî;

“Şehîdxistina têkoşeran li Germiyanê ji bo me cihê xemgîniyê ye. Ew cihê ku Ferhad Dêrik lê şehîd bû gelek destanên pêşmergeyan hatine tomar kirin.

Gelek pêşmergeyên qehreman li wir ji bo azadiya Kurdistanê li ber rejîma Baasê rabibûn.”

Salar Mehmud derbarê armanca êrişên dewleta Tirk de jî wiha got,

“Dewleta Tirk êrişî destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Tirkiye hewldide yekitiya Kurdan parçe bike.”

Mehmud Salar di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ji bo derxistina Tirkiyê ji xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê xebat bên kirin.

Li Parlementoyê li dijî bêdengiya hikûmetê îmze tên komkirin

Li aliyê din li dijî bêdengiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk, pêngavek îmze komkirinê li parlamentoya Iraqê hate destpêkirin.

Ji parlamentoyê jî hat xwestin derbarê mijarê de civîneke awarte lidarbixe.

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ji ber ku Serokwezîr Mistefa Kazimî li dijî êrişên li ser xaka Iraqê û binpêkirina serweriya Iraqê bêdengî hilbijartiye, li Parlamentoya Iraqê pêngavek a komkirina îmzeyan ji bo lêpirsînkirinê hatiye destpêkirin.

Back to top button