Mezlûm Ebdî: Em beşekî xaka Sûriyê ne û nayên parçekirin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî teqez kir, ew beşekî xaka Sûriyê ne û nayên parçekirin, lê hikumeta Şamê ji bo diyalogan ne cidî ye. Ebdî diyar kir jî ku hîna metirsiya DAIŞ’ê li holê ye, ji lew re wê hebûna koalîsyona navdewletî li herêmê bidome. 

“Em beşekî xaka Sûriyê ne û nayên parçekirin”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ev yek ji Navenda Misirî ya Fikir û Lêkolînên Stratejîk re got.

Der barê danûstandinên wan bi hikumet Şamê re, Ebdîda zanîn ku ew beşekî Sûriyê ne û armanc dikin diylogên Sûrî-Sûrî pêk bînin, da alozî çareser bibe û hemû alî razî bin.

Lê Ebdî anî ziman ku tevî rola Rûsya ji bo destpêkirina diyalogan jî, Hikumeta Şamê hîna cidî nêz nabe.

Ebdî, teqez kir ku Misir jî dikare bi rola xwe ya aktor li Sûriyê rabe û ewlehî û çareseriyê ji aloziya wê re peyda bike.

Fermadarê Giştî yê QSD’ê îşaret bi hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re jî kir û anî ziman ku Tirkiye sînorê xwe li ber çeteyan vekiriye û êrîşên xwe li dijî herêmê didomîne.

Ji bo rê li pêşiya guhertina demografî bê girtin û koçber vegerin herêmên xwe, Ebdî teqez kir ku divê gelên Sûrî dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derxînin.

Têkildarî hebûna Koalîsyona Navdewletî li herêmê, Mezlûm Ebdî diyar kir ku hîna metirsiya DAIŞ’ê li holê ye, ji lewma ji bo hevkariya li dijî wê, hêzên Koalîsyonê li Sûriyê ne.

Li gorî Ebdî, eger aniha Koalîsyon ji herêmê vekişe, wê DAIŞ sûdê ji vê yekê bigire û gefê li cîhanê bixwe.

Back to top button