Efxanistanê..Şêniyên herêmê li kesên bi kavilan de mayî digerin

Ji ber erdheja li rojhilatê Efxanistanê, jimara kesên ji yana xwe ji dest dane, 1,150 derbas kir.
Ji bo herêmên herî zêde ji erdhejê bandor bûne, xwarin, derman û pêwistiyên jiyanî hatin şandin.

Bîlançoya erdheja li Efxanistanê ku 22’ê Hezîranê pêk hatî giran dibe.

Di dema ku çapemeniya Efxanistanê ragihand ku di erdhejê de zêdetirî 3 hezar xanî hilweşiyane û zirarek mezin derketiye, jimara miriyan her ku diçe zêde dibe.

Rayedarên Talîbanê ragihandin ku hezar û 150 kes mirine û 1,600 jî birîndar bûne.

Ji ber bandora baranê û kêmaniyên derfeta alîkariyê şêniyên herêmê bi derfetên xwe li kesên guman dikin ku di bin kavilan de mane digerin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, gundiyên parêzgeha Paktîka ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne, li nava xerabeyan li kesên winda digerin.

Hat diyarkirin ku piştî erdhejê herî kêm 3 erdhejên din çêbûna û xisara heyî zêdetir bûye.

Rêxistinên alîkariyê yên li Efxanistanê jî rewşê bi kembaxiyê binav dikin.

Xelkê herêmê jî dibêjin jiyana wan wêran bûye.

Ji hinek malbatan 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Efxanistnaê pêdiviyên weke xwarin, derman û betanî ji bo herêmên herî zêde ji erdhejê bandor bûne têne şandin.

Rêveberiya Talîbanê ku havîna par li Efxanistanê desthilatdarî bi dest xistibû, piştî erdhejê banga alîkariya navneteweyî kir.

Ji aliyê din ve, Talîbanê ji bo alîkariya navneteweyî ya lêgerîn û rizgarkirinê serlêdana fermî bo NY nekiriye.

Hikûmeta Hindistanê jî îro ragihand ku ew ê 27 ton pakêta alîkariya lezgîn û piştgiriya tîmê teknîkî bidin Efxanistanê.

Di erdheja bi pileya 5,9’an li rojihatê welat pêk hat de, ji ber xaniyên nebaş û mercên li herêmê xisareke mezin rûda.

Erdheja Li Efxanistanê herî kêm 1000 kesî jiyana xwe ji dest dan

Back to top button