Şerê ku demeke dirêj e behsa wê tê kirin, dest pêkir. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand wan dest bi êrişên li ser Ûkraynayê kir. Dengê teqînan li eniya rojhilatê Ûkraynayê û dengê guleyan li nêz Balafirgeha Poryspil li Kievê tên bihîstin.
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand Moskow êrişî binesazî û deverên Artêşa Ûkranyayê bi çekên pêşketî dike.
Wezaretê diyar kir ew ê êrişî bajarên Ûkraynayê bi moşek û topan nekin.Serokê Ûkranyayê rewşa awarte li welêt ragihand û daxwaza ji welatiyan kir ku li malên xwe bimînin û dernekevin.
Bertekên tund yekser li dijî vê operasyonê derketin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje:
Ev êriş bêbingeh e û Pûtin bi xwe vê berpistiyartiyê wê hilgire.Li ser vê êrişî, seroka Komîsera Ewropayê tekez kir ew ê Kremlînê li ser vê êrişê muhasebe bikin.