Efrînê…çeteyan li gundê Kefersefrê yê Cindirêsê êşkence li du kesan kir

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî welatiyan dewam dikin. Çeteyan êşkence li du kesên ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê kir û li Gundê Keferşîlê jî 35 darên zeytûnê jê kirin.

Li gorî malpera Efrîn Post, çeteyên Ehrar El Şam bi çekan girtin ser mala du birayan li gundê Kefersefrê yên girêdayî Cindirêsê.

Çeteyan her du kes li pêşiya malbata wan êşkence kir û ew birîndar kir.

Navên her du kesên hatine êşkencekirin Mistefa Nûrî Mehmûd û Mihemed Nûrî Mehmûd in.

Hate zanîn ji ber birîna giran ya Mihemed Nûrî ew rakirin nexweşxaneyê.

Çeteyan li gundê Keferşîlê 35 darên zeytûnê birîn

Li Gundê Keferşêlê yê nêzî navenda bajarê Efrînê jî çeteyan 35 darên zeytûnê birîn.

Li Aliyekî din, kesên ku dewleta Tirk navê Meclisa Sivîl li wan kirine li ser her dareke zeytûnê 2 lîreyên Tirk wekî bac ferzkirine.

Back to top button