Platforma dijî dagirkerîyê li dijî êrîşan banga seferberîyê kir

Platforma Dijî Dagirkeriyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdan banga seferberîyê kir.

Li ser navê Platforma Dijî Dagirkeriyê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dewleta Tirk ji 23’yê Nîsanê ve êrîşî herêmên Zap, Avaşîn, û Metînayê dike û hat gotin armanca ji van êrîşan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Hat diyar kirin dewleta Tirk bi dijminane êrîşî gelê Kurd dike û bêyî cudahî jin, zarok, kal û pîran dike hedef.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin dema wê ye ku li dijî van êrîşên dewleta Tirk seferberî were ragihandin.

Platformê bang li hemû Kurdan kir ku li dijî ‘lîstikên dijmin rabin û bibin xwedî helwesteke hevpar.

Heta niha 1138 kesî îmzeya xwe danîye li binê vê bangê.

Back to top button