Gerîla li Xakurkê ji du baskan ve lê da, 6 dagirker hatin kuştin

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê diyar kir gerîlayan li Xakûrkê ji du baskan ve li leşkerên Tirk yên dagirker dan.
Hat diyar kirin di encama çalakîyê de 6 dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadîyê bi çalakîyên bi bandor rojane bersiva êrîşên dagirkerîyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“2’yê Tebaxê ji du baskan ve li dagirkerên li Girê Koordîne yê Şehîd Bêrîtan hate xistin. Di vê çalakiyê de, 6 dagirker hatin cezakirin, kamerayeke mobese ya li gir jî hate rûxandin. Dagirkeran piştî çalakiyê qad bi çekên giran bombebaran kirin. Drona ku hatibû şandin ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.”

HPG’ê da zanîn ev çalakiya ku ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate kirin, ji bo bîranîna Fermandarê Eyaleta Xakûrkê Şehîd Egîd Garzan ku 11’ê Tebaxa 2020’ê şehîd bûbû, hatiye kirin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna jî li leşkerên Tirk yên dagirker hat xistin.

Hat diyar kirin 4’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li Boxaza Girê Milîtan çalakiyeke sekvanî hate kirin û di vê çalakiyê de leşkerekî Tirk yê dagirker hat kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

HPG’ê da zanîn 4’ê Tebaxê herêmên Kanî Masî, Garê, Avaşîn û Zapê bi balafirn şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir heman rojê artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî êrîşî çeperên şer ên li qada Werxelê kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrîş û bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatîye.

Back to top button