RÊVEBERIYA XWESER: VEKIŞÎNA QSD’Ê NAYÊ WATEYA BÊDENGIYA LI HEMBERÎ DESTDIRÊJIYEKÊ LI SER DESTKEFTIYÊN GEL

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî vekişîna Hêzên Sûriye Demokratîk ji herêmên sînor û mûzakeriya bi Rûsya û rejîmê re daxuyaniyek da raya giştî. Rêveberiyê piştgiriya xwe bi lihevkirina di navbera QSD û Rûsyayê de re diyar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî êrişa Tirkiyê ya bê hincet a li ser herêmê ku  bi beşdarbûna endam û mîrên çeteyên DAIŞ`ê ji9`ê Cotmehê ve destpê kir  geşedanên bi lez li ser qada navdewletî rû dan. Di vê çarçoveyê de 22`yê Cotmehê li Soçiyê  hevdîtinek di navbera serokên Rûsya û Tirkiyê pêk hat. Di encamê de muzekereyek ku ji çend bendan pêk dihat mohr kirin. QSD`ê ragihand ku fikarên wê li ser hinek bendan hene. Piştî çend rojan ji guftugeyan bi aliyê rûs re gihaştin lihevkirinek hevpar. Federasyona Rûsya li xwe girt ku wê rê nede tu xeteriyek  li ser herêmê . Heger ev lihevkirin di pratîkê de pêk were ku karibe faşîzma Tirkiyê sînordar bike em wê lihevkirinê wekî gaveke erênî û destpêkek girîng dinirxînin, nexasim li gel ku pêşketinên bi lez li herêmê rû didin.

Bi armanca dûrxistina herêmê ji şer, komkujî û qirkirinan em xebitîn û hîna jî dixebitin. Ji ber vê yekê me kedek mezin da da ku bi rêya navbeynkariya rûsî re bigihêjin lihevkirinekê. Wek Rêveberiya Xweser piştî gufogeyên der barê hin fikaran de em bi lihevkirina di navbera QSD û Rûsyayê de ne û piştgiriya lihevkirinê dikin.

Ji vê aliyê girîng ve em hêvî dikin ku Rûsyaya rola xwe wek garantor bilîze û mekanîzmeyek şopandina binpêkirin û zêdegaviyên dewleta Tirk û çeteyên wê yên der heqê gelê me de peyda bike, nemaze ku dewleta Tirk agirbesta bi Rûsyayê re piştî israra Tirkiyê li ser şer û êrişkirina herêmên me hatiye mohr kirin binpê dike. Mekanîzmeya çavdêriya Rûsyayê li vir gelek girîng e û li gel binpêkirinên Tirkiyê yên domdar divê bi hêz hebe.

Têkildarî herêmên ku Tirkiyê dagir kirine jî, pêwîste tevgereke navnetewî demildest were kirin ku rê li ber komkujiyên Tirkiyê û koçberkirina bi zorê ya şêniyên herêmên Serêkaniyê heta Girê Spî bigire. Her wiha girîngiyê bidin peydakirina vegereke bi ewle ya koçberan. Pêkanîna vê yekê hebûna hêzeke nevnetewî pêwîst dike.

Bi hebûna Tirkiyê û çeteyên wê, ne ewlehî û ne jî gerantorî dimîne, teybet di siya belavbûna dizîn, talankirin û destdirêjiyên derheqê mal û milkên sivîlan de têne kirin, ew yek pêk nayê.

Em wek Rêveberiya Xweser, dibînin ku vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji sînor ber bi kûraniya hundir ve û lihevkirina bi Rûsya re li ser hebûna polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên ewlehiya sînor, nayê wateya tewîzdayîna di parastina rewa de an jî bêdengiya li hemberî her destdirêjiyekê li serdestkeftiyên gelê me.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo misogerkirina mafên pêkhateyên gelê me û parastina destkeftên bi saya fedakariyên mezin hatine pêkanîn di her qadan de xebata xwe didomîne. Gelê me jî bi pirensîpên xwe yên giyalogê û misogerkirina mafên xwe yên rewa di destûrê de sabit e û bi pêkanînên çareseriya demokratîk li Sûriyê jî bi parastina rewa ve pabend e.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku Sûriyê û gelê me zêde hewcedarî pêkanîna ewlehî û aramiyeke rasteqîn û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmê ye. Ji bilî vê rêbazî û ewlehî û çareserî ne pêkan e.”

Leave a Reply

Back to top button