Navenda Parstina Mafên Jinan, Kodar û Komalên Jin ên Ciwan bi daxuyaniyan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin.
Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê jî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li tevahiya jinan pîroz kir û got:
Em careke din soz didin jinên ku di şert û mercên dijwar re derbas dibin ku mafên wan bi dest bixin.
Navendê di dawiyê de, banga pêkanîna hinek daxwazana ji bo parastina mafên jinan bi taybet ên di girtîgehan û kampan de li civaka navneteweyî kir.
Komalên jin ên ciwan: Roj 8’ê Adarê roja berxwedanê ye
Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan jî bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û bang li jin ên ciwan kir ku bi ruhê serketinê ya Garê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.
Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyê cejna jinên Êzîdî pîroz kir
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê jî bi heman aramcê daxuyanî da û ev cejn li tevahiya jinên cîhanê taybet jî jinên Êzîdî pîroz kir û got:
Wek jinên Êzidî emê li hember her cûre êrîşê, ola êzdayetî ya ku xweza ji xwe re kiriye bingeh, bibarêzin.
Kodarê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir
Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê bi peyameke 8’ê Adarê li jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pîroz kir.