QSD’ê li Reqayê çeteyekî DAIŞ’î li bendeke kontrolê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku wan çeteyekî DAIŞ’î yê Iraqî li Reqayê girt. 

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî girtina wî Daiş’î daxuyaniyek da û wiha got:

QSD’ê di daxuyaniya xwe de xuya kir ku yekîneyên taybet çeteyekî DAIŞ’ê li Reqayê dema hewl dida bi rêya hevkarên rêxistina terorîst bireve Tirkiyê, girt û wiha daxuyanî dewam dike:

Çete bi rêya rêxistina DAIŞ’ê ji beyara Sûriyê derket.

Li gorî îtîrafên terorîstê bi navê Abdullah Ebdulkerîm Ebdullah ew ji ber teqîna mayînekê bi erebeya ku tê de bû, li ser rêya Eseriya-Xenasir ê beyarê Reqayê birîndar bû.

Ew çete li herêma Wadî Miyah, Şam, beyara Sexne, beyarê Tedmir û bejahiyên Helebê digerî.

Çete Abdullah li xwe mukur hat ku hin mêvanxaneyên taybet bi endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê hebûn û kesên berpirsên tedawiya wan hebûn û vedigerandin axa Sûriyê.

Li gorî hatibû plankirin diviyabû ew çete li nexweşxaneyên Urfa yan jî Gazî Entab bihata dermankirin.”

Back to top button