Li Swîsreyê 67 parlementerên ji 4 partiyên cuda daxuyaniyeke hevpar êrîşên li ser HDP’ê şermezarkirin û xwestin, HDP’iyên ji ber operasyonên qirkirina siyasî hatine bançavkirin û girtin bên berdan.
67 wekîlên Swîsreyî bi sernavê “Banga ji bo berdana 80 HDP’iyên bi rengekî kêfî hatine binçavkirin û girtin” daxuyaniyeke hevpar weşandin.
di daxuyaniyê de hat diyar kirin, 25’ê Îlonê zêdeyî 80 HDP’î li 7 bajarên Tirkiyê, bi hinceta ku tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne hatin binçavkirin û wiha hat gotin,
“Tên sûcdarkirin ku bi bikaranîna medya mecazî hewl dane ‘darbeyê’ bikin. Ev operasyona berfireh a polîsan, karakterê zordar, otorîter û antî demokratîk ên rejîma Erdogan bi rengekî şênber radixe pêş çavan.
HDP partiyeke legal e û temsîliyeta xwe heye. Di hilbijartinên dawî de 11 ji sedî yê dengan wergirt.
Em, girtinên vê dema dawiyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin bên berdan.”