2 dibistan li kampên Şehbayê hatin vekirin

Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê, 2 dibistanên seretayî li kampên Şehbayê vekirin.

Piştî xebatên 4 mehan, Heyva Sor a Kurd û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê, ev herdu dibistan kampên Berxwedan û Serdemê yên Şehbayê vekirin.

Di merasîmên vekirina wan de, Endamê Meclisa Kampa Serdemê Reşîd Mihemed hêviya serkeftinê û vekirina dibistanan pîroz kir.

Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd Alya Mihemed jî diyar kir ku armanca vekirina wan, derfetê bidin xwendekaran da ku perwerdeya xwe temam bikin.

Di merasîmê de çalakiyên hunerî jî hatin lidarxistin.

Dibistana li kampa Serdemê ji 20 refan pêk tê û hejmara xwendekarên wê 700 in.

Dibistana li kampa Berxwedan jî, ji 22 refan pêk tê û hejmara xwendekaran hezar e.

Perwede wê piştî 2 rojan li gorî 2 danan dest pê bike.

Back to top button