Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, êriş li dijş destkeftiyên gelê Kurd e.
Li navenda Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li Silêmaniyê jinan têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP çiqas dagirkeriyê bike, wê nikaribe me ji xebata me ya ji bo pêkanîna jiyanek azad dûr bixe.
Êrişên dewleta Tirk li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava ne û ev ne tiştek nû ye.
Em êrişan şermezar dikin û em ê her li pişta Rojava bin.