Ji bo hilbijartina Serokê Şaredariya Stenbolê tenê 4 roj man.
Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir, piştî hilbijartinên 23’ê Hezîranê wê zext û êrîşeke giran li karker û kedkaran bê kirin û got:
Di hilbijartinê de divê li gorî vê yekê helwestê nîşan bidin.
Piştî fêlbaziya hikumeta faşîst a AKP’ê biryar hat girtin hilbijartina serokê şaredariya bajarê Stenbolê were dubarekirin.
Ev hilbijartin jî wê di 23’ê hezîranê de pêk were.
Ango ji bo hilbijartinê tenê 4 roj mane.
Ev hilbijartin di çavê siyasetmedaran de xala herî krîtîk ji bo faşîzma AKP’ê ye.
Çavdêr dibînin ku bi hilbijartinê re wê qedera AKP’ê û Serokê wê Erdogan zelal bibe.
Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay girîngiya hilbijartina Stenbolê ji bo karker û kedkaran ji ajansa Firatê re nirxand.
Serpîl Kemalbay diyar kir ku krîzê herî zêde bandor li karker û kedkaran kiriye û bi bîr xist ku karker ji bo karibin dengê xwe bidin bihîstin gihîştine radeya xweşewitandinê.
Kemalbay destnîşan kir, li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye û got,
“Piştî 23’ê Hezîranê wê êrîşên gelekî giran bên kirin û divê mirov ji van êrîşan re amade bin.
Divê karker û kedkar di hilbijartinê de helwestekê nîşan bidin.
Ji ber vê yekê hilbijartin mîna referandûmekê ye.
Di vê hilbijartinê de armanc, têkbirina desthilatdariya faşîzma AKP-MHP’ê be.
Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay herî dawî diyar kir, HDP wê mîna hilbijartina 31’ê Adarê di 23 Hezîranê de jî hesabên mayindebûna faşîzma desthilatê ji holê rake.