Efrîn-Di heftiyekê de çeteyên Tirkiyê 389 dar birîn

Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî di nava hefteyekê de 389 dar qut kirin.

Ji roja ku Efrîn hatî dagirkirin û heta niha rojane li wir sûc tên kirin.

ANHA’yê ragihand ku çeteyan 20 darên zeytûnê li gundê Coqa yê Mobata birîn.

Her wiha da zanîn ku ev dar yên welatiyê bi navê Ibrahîm Cemal Mistefa bûn.

Çeteyan 15 darên Hinaran yê Ebdo Hisên ê ji gundê Eyn Dara yê Şêrawa jî birîn.

29 darên Zeytûnê yên şêniyên gundê Kefer Zêt ya Cindirêsê jî hatin qutkirin.

Li gorî çavkaniyê,

10’ê Nîsanê çeteyan li nava zeviyek zeytûnan ku 325 dar hebûn, avahiyeke mêtingehiyê ava kir.

Back to top button