29 Şehîdên Rojava li Belçîkayê hatin bibîranîn

29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku li Dêrikê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li paytexta Belçîka Brukselê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn.

Di merasîmê bîranînê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar axivî.

Aydar diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi Xezayê re dilsoziya xwe nîşan dide lê li Rojava û Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê li ber çavên cîhanê pêk tîne.

Aydar balkişand li Pêngava Azadiyê ji bo azadiya Rêber Apo û got:

“Divê pêngav zêdetir were xurtkirin.”

Nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî li ser fedekariya şehîdên Rojava axivî û got:

“Ewropa bi saya şehîdên Rojava ku şerê DAIŞ’ê kirin bi ewle dijîn, cîhan ji metirsiya wan rizgar kirin.”

Di dawiya merasîmê de birayê Endamê Hêzê Têkoşîna Dijî Hişbirê Şehîd Xwînrêj Dêrik jî diyar kir ew ê li ser şopa birayê xwe û şehîdan hemuyan bimeşin.

Back to top button