Welatên kendavê, balyozên Libnanî dersînor dikin-HAT NÛKIRIN

Daxuyaniya wezîrekî Libnanî ya têkildarî şerê li Yemenê, bû sedem ku di navbera Beyrût û welatên Kendavê de aloziya dîplomatîk peyda bibe.
Û weke nerazîbûn, Siûdiyê, Kiwêt û Behrên balyozên Libnanê ji welatên xwe dersînor kirin.
Îmrat jî dîoplomatên xwe ên li Libnanê vekişandin.Ji ber helwesta van welatan, Siûdî kêfxweşiya xwe anî ziman.

Li Libnanê piştî demeke dirêj, 10’ê Îlona Îsal bi serokatiya Necîb El Mîqatî hukûmeta nû hat sazkirin.

Lê ji niha ve diyar ku wê barê vê hukûmetê pir giran be.

Lewma hê di rojên xwe ên pêşî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ma.

Sedema vê yekê jî weke daxuyaniya Wezîrê ragihandinê George Qerdahî tê nîşandan..

Qerdahî beriya demekê ji encama şerê li Yemenê, destwerdana Siûdî û Îmaratê weke sedem nîşan dabû.

Ji ber vê yekê rêveberiya Riyadê nerazîbûneke tûnd nîşan da û ev yek veguherî aloziyeke dîplomatîk.

Erebîstana Siûdî ku daxuyaniya Qerdahî weke hewldana “biçûkxistinê” binav kir Balyozê Bilind ê Lubnanê dersînor kir û kirîna ji Lubnanê jî bi temamî qedexe kir.

Ji ber heman sedemê, Kiwêt û Bahrên jî heman helwest nîşan da.

Îmarat jî biryar da ku dîplomatên xwe ji Libnanê vekişîne û serdana welatiyên xwe ji bo Libnanê qedexe kir.

Hukûmeta Siûdiyê ji ber helwesta welatên Kendavê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Serokê Libnanê Mîşel Awûn bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi wê re ne, çi pirsgirêkên hene bi rêyên diyalogê werin çareserkirin.

Wezareta Karê Derve ya Libnanê jî ragihand ji ber aloziyê, hin welatan daxwaz kir serokwezîr Necîb El Mîqatî îstîfa bike, lê ev wê pêk neyê.

Back to top button