KJK’ê ji bo salvegera peymana Lozanê daxuyaniyek da

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera 100’emîn a îmzekirina Peymana Lozanê daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê diyar kir ku bi avakirina yekîtiya neteweyî, ew ê dawiyê li peymana Lozanê û polîtîkayên qirkrinê bînin. Çareseriya sedsala nû, Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk e.

Koordînasyon Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê bi boneya salvegera 100’emîn îmzekirina Peymana Lozanê daxuyaniyek nivîskî da.

KJK’ê da xuyakirin ku ew ê li ber hêzên serwer rabibin û got:

Sed salên ku di ser Peymana Lozanê re derbas bûn, di serî de Kurd, erdnîgariya Rojhilata Navîn parçe bû û gelên wê bûn neyarên hev.

Li ser vî asasî, em vê peymana qirkirinê, xwedî û yên rolê wan di vê peymanê de heye, şermezar dikin.

Kurd sed sal in ku li dijî netewe dewlet ên mêtînger ku bi sînorên çêkirî li ser maseyê hatine avakirin, parastina welatê xwe dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin û li ber xwe didin.

Kurdan, sed sal in di berxwedana xwe ya ji bo hebûn û azadiya xwe bi sedhezaran şehîd dan.

Kurdistana Azad ku xeyala wan e, soz didin ku ew ê pêk bînin.

“Bi qirkirinê herî pir jin hatin armanckirin”

KJK’ê diyar kir ku Peymana Lozanê, komploya herî mezin a sedsala 20’emîn a li dijî Kurdan e û wiha anî ziman:

“Bi Peymana Lozanê re Kurdistan, bi leşkerî hat dagirkirin, bi aborî hat talankirin, bi nasname, ziman û çand hat qirkirin.

Bi polîtîkayên sedsala dawîn, hewil dane ku jinên Kurd û civakê bê welat, ziman, hebûn û dîrok û bîr bikin û ji holê rabikin.

Lewma encamên Peymana Lozanê bûne sedem, ji jiyan û hebûna jinên Kurd re bûne gef, ev gef berdewam in.

“Çareseriya sedsala nû, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk e”

Her wiha KJK’ê anî ziman ku ew Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî peymanên nû yên Lozanê radibin û tu car rê nedin peymanên wiha qirêjî.

Em ê îdia û israra xwe ya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk zêde bikin û têkoşînê bigihînin çareseriyeke bi rûmet.

Bi avakirina yekîtiya neteweyî, em ê dawiyê li peymana Lozanê û polîtîkayên qirkirinê bînin.

Çareseriya sedsala nû, Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk e.

Back to top button